Rojava News: Duh, policên Tirk ragihandin ku di encama şewatekê de 2 zarokên Sûrî li Îstenbolê jiyana xwe ji dest dan.
Di dema ku agir bi mala malbateke penaberên Sûrî li devera Zêtîn Borno ya li Îstenbolê ket, du zarokên wê malabatê yên temen 5 û 8 salî ji ber şewatê jiyana xwe ji dest dan.
Herweha tîma agirkujê karîbû bav û daiyê rizgar bikin û ew veguhestin nexweşxaniya Baxcilar ya Hikumî.
Ew malabat Sûrî ji 6 kesan pêk tê û ev du sal in koçberî Tirkiyê bûne .
Nalîn Hesen
10:46:26 AM
