16:20:57 PM
RojavaNews: Wezîrê Derve yê Siûdiyê, Adil El-cubêr ragihand ku êrîşên esmanî ku Rûsya li sûriyê pêk tîne, nikarin mayîna Esed di desthelatê de dirêjtir bikin, çi 3 meh bin û çi jî 3 sal bin.
Herwiha El-Cubêr ddi hevdîtina xwe de bi rojnameyeke Alman re got ku gelê Sûriyê li ser hilweşandina rêjîma Esed rijd e û balafirên rûsî nikarin mayîna esed dirêjtir bikin.
El-Cubêr tekez kir ku di navbera welatên endam di Hevpeymaniya Navdewletî de behsa destêwerdana bejayî di Sûriyê de tê kirin, û got kengî Hevpeymanî razî bibe hêzên bejayî destêwerdanê di Sûriyê de bikin, ew ê jî hêza xwe tevlî hêzên hevpeymanan bikin.
