Îran: Em amade ne derbarê Sûriyê bi Siûdiyê re hevkariyê bikin

Îran: Em amade ne derbarê Sûriyê bi Siûdiyê re hevkariyê bikin

17:23:29 PM

RojavaNews: Wezîrê Derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf, eşkere kir ku welatê wî amade ye di derbarê Sûriyê de, hevkariyê bi Siûdiyê re bike.

Zeîrf di gotareke xwe de piştî Konfransa Miyonixê li Almanya, got ku çarenivîs û berjewendiyên hevbeş yên  di navbera Îran û Siûdiyê de, rastî gefan tên û dibin sedem ku pirsgirêk bi “ birayên me “ re li Tirkiyê, Siûdiyê, pakistan û Egansitanê derkevin.

Herwiha Zerîf tekez kir ku hevkariya wan û Siûdiyê pirsgirêkên navçeyê çareser dikin.

Daxuyaniya Zerîf di wê demê de tê ku Siûdiyê amadekariyên xwe ji bo destêwerdaneke bejayî di Sûriyê de dike, ku wezîrê derve yê Tirkiyê eşkere kir ku Siûdiyê ji bo wê destêwerdanê, balafirên şer şandine bingeha Incirlîkê li Tirkiyê.