Kerry: Dibe ku destkariya bejahî li Sûriyê bê pêkanîn!

Kerry: Dibe ku destkariya bejahî li Sûriyê bê pêkanîn!

Rojava News: Wezîrê Karê Derva yê Emerîka John Kerry diyar kir; “Eger hikumeta Sûriyeyê agirbestê pêk neyîne, civaka navnetewî bê deng namîne.”

Kerry roja înê di hevpeyîvîneke bi Kenaleke nêzî dijbereya Sûrî de hêşyarî  da hikûmeta Sûriyeyê û got ku eger artêşa Sûriyeyê, agirbestê pêk neyine, dibe ku hêzeke leşkerî bê avakirin û bi rengekî bejahî destkarî li Sûriyê bê kirin.

Kerry bi tundî gef li Esad xwar û got;  “Eger Esed li gor peymanê tevnegerê civaka navnetewî wê care weke temaşevan namînê”

Her wiha di civîna Munix a koma alîkariya bi Sûriyê re, daxuyaniyek dan û  tê de destnîşan kirin ku divê agirbest li Sûriya pêk were, rewşa mirovahî çareser bibe, pêvajoyeke siyasî destpê bike û di nava 18 mehan de hilbijartin pêk werin.

Serokomarê Emerîka Barack Obama beriya niha, ragihandibû ku ihtîmala ketina hêzeke Emerîkî ya bejahî ji Sûriyê re, nîne. Lê Erebîstana Siûdî û Îmarata Erebî jî îlan kirin ku ew amede ne bi awayekî bejahî derbasî Sûriyê bibin.

10:10:26