Penaberên Sûrî li kampa Elzaterî agir bi konên xwe xistin

Penaberên Sûrî li kampa Elzaterî agir bi konên xwe xistin

Rojava News: Hin penaberên Sûrî yên ku li kampa Elzaterî ya li Urdinê dimînin, agir bi konên xwe xistin.

Li gorî ku hatiye belavkirin ku 18 malbatên penaber wekû nerazîbûnekê li ser rewşa xwe agir bi konên xwe xistin, û daxwaz ji hikumeta Urdinê kirin ku xaniyên berê çêkirî anku( Kerevane) ji wan re peyda bikin.

Tîmên agirkujê yên wî welatî ji aliyê xwe ve karîne wî agir vemrînin.

Tê zanîn ku derdoa 30 hezar penaberên Sûrî li wê kampê dimînin û rewşa keş û hewayê li wê deverê gelekî zehmet e, herweha ew kamp ji aliyê rêxistinên navdewletî piştguhkiriye.

Lana Mihemed

10:33:18 AM