5:12:03 PM
RojavaNews: Wezîrê Derve yê Siûdiyê, Adil El-Cubêr, di hevdîtineke xwe de bi telefizyona CNN a Amerîkî re, ragihand ku welatên endam di hevpeymaniya navdewletî de gotûbêjan li ser destêwerdana bejayî di Sûriyê de dikin.
Herwiha Cubêr eşkere kir ku destêwerdana bejayî wê ji bo kontrolkirina hin deveran be, ku mebesta wî jî Reqa ye.
Cubêr tekez kir ku yan wê çareya siyasî li Sûriyê li gorî biryarên NY biserkeve yan jî çareya keşkerî ya herî dawî ye.
Cûbêr da nîşan ku balafirên wan ên şer ku li Incirlîkê bicî bûne, beşek in ji operayonên destêwerdana di sûriyê de ye û got biryara şandina hêzên bejayî di destê Hevpeymaniya Navdewletî de ye ne di destê welatê wî de ye.
