Rojava News: Rêveberê Cîbcîkar ê rêxistina Human Rights Watch Kenneth Roth (HRW ) daxwaza sizakirina Rûsyayê di derbarê kiryarên li Sûriyê kir.
Rêveberê Cîbcîkar ê rêxistina Human Rights Watch(HRW) ragehan ku, eger siza li ser Rûsyayê neyên çespandin, ew dê li ser kuştina welatiyên sivîl li Sûriyê berdewam be.
Derbarê operasyonên Rûsyayê li ser sivîlên Sûriyê Rêveberê Cîbcîkar ê rêxistina Human Rights Watch Kenneth Roth di daxuyaniyek belav kir, tê de wiha dibêje: "Di raportên rêxistina me de, belgeyên bombebaran kirina Rûsiyê li ser sivîlan hene, lê mixabin Rûsya jî weke Serokê rejîma Sûrî vê yekê redike."
Roth tekez kir ku, eger siza li ser Rûsyayê neyên çespandin, ew dê li ser bombebaran kirina welatiyên sivîl û piştevanya Esed berdewam be.
Rûsya di şerê li Sûriyê de,piştgiriya rejîmê dike û navçeyên opozîsyona wî welatî dike armanc, ev yeke jî her yek ji Amerîka û welatên Rojava nîgeran dike û daxwaz ji Rûsyayê dike ku, opoerasyonên xwe li ser sivîlan rawestîne.
11:24:15
