Rûsya: Destêwerdana di Sûriyê de ne “ heta bi heta ” ye

Rûsya: Destêwerdana di Sûriyê de ne “ heta bi heta ” ye

5:58:54 PM

RojavaNews: Serokwezîrê Rûsya, Demitrî Medvîdîv,  di derbarê destêwerdna welatê wî di Sûriyê de ragihand ku ew destêwerdan ne heta bi heta ye.

Herwiha Medvîdîv eşkere kir ku armanca wan ji wê destêwrdanê ku berjewendiya xwe ya netewî biparêzin û rê li ber derbasbûna terorîstan ji Sûriyê bû Rûsya bigirin.

Medvîdîv di hevpeyvîneke xwe de ji Rojnameya Time a Amerîkî re, berdewam kir û got ku welatê wî dixwaze Sûriyê di siînorê xwe yê niha de yekgirtî bimîne, û tekez kir ku Amerîka û Ewropa jî, girîngiya mayîna Sûriyê weke welatekî yekgirtî baş dizanin.

Her yek ji Amerîka, Berîtnya, Fransa û Tirkiyê, Rûsya tuhmetbar dikin ku 70 % ji êrîşên wê nevdên opozisyona lîbral armanc dikin, herwiha êrşên wê rê li ber pêşveçûna hêzên rêjîmê li herdu gundewarê Helebê û Laziqiyê vedikin.