4:55:40 PM
RojavaNews: Berdevkê fermî yê hêza bi navê Hêza Sûriyaya Demokrat, Telal Silo, ragihand ku Tikriyê newêre di Sûriyê de destêwerdanê bike, ji ber ku balafirên rûsî û topxaneya rêjîmê wan armac bike.
Herwiha Silo, di daxuyaniya xwe de ji Ajansa Novotsî re red kir ku hevrêzî di navbera wan û Rûsya û Rêjîmê de hebe, û got ew tenê bi hevpeymanan re ketine hevrêziyê.
Silo got ku tevî ku hevrêziya wan bi Rûsya re tine ye, lê armancên wan yek in û ew pêşwaziya gavên Rûsya di armanckirina terorê de dikin.
Silo tekez kir ku encamên Jenev3 wê pêwendiya wan bi rêjîmê re destnîşan bike, ku wê pêşeroja pêwendiyên wan bi rêjîmê re û pêşeroja Sûriyê zelal bike.
