Rojava News: Konvoyên alikariyê yê Neteweyên Yekbûyî, gihan 4 heremê dibin dorpeça rejimê û dijbereya Sûriyê ku ew demeke dirêje ruberuyî birçîbûnê bûne.
Alîkariya maddî ji deverê nêzîkî Şamê ku dibin destê dijberên rêjîmê û hêzên rejimê de ye Muadhami û Foah û Kefrayê hatiye rêkirin.
Tê çawerêkirin ku ji Zebedanî re jî alikarî were rêkirin.
Kemyonên alîkariyê ji bo 60 hezar mirovî xwarin û pêdiviyê jiyanê û herweha derman gihandine deverê.
Neteweyên Yekbûyî got li herêmên di bin dorpêçkirina Sûriyê û dijbereyê de nêzîkî , nîv milyon kes dijîn.
Hate ragihandin ku pêdiviya sotemenî jib o elektrîkê heye.
Kesên ku li deverê jiyandikin gotin pêwîstîyên niştecîhên ji sotemeniya dîzel de vekişiyaye ji bo hilberîna elektrîkê.
