Rojava News: Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, ku Îsraîl bi moşekan êrîş bir ser pêgehên rejîma Esed li başûrê Şamê û di encam de ziyanên madî derketin holê.
Li gorî Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan, êvara çarşemê balafirên Îsraîlî 3 êrîşên fuzeyî birin ser pêgehên Rêjîma Esed li başûrê Şama paytaxt, ji aliyê xwe ve jî Jêderekî ewlekarî ew yek red kir.
Herweha Çavdêrîya got: " Çiyayê Mana yê li başûrê Şamê, li ser riya sereke ya Daraa jî ji aliyê Îsraîlê hate bombebarankirin."
Di encama wan êrîşan de ziyanên madî mezin çê bûn. Lê hejmara kuştiyan bi zelalî nehate zanîn.
Çavdêrîya da zanîn ku ew heta vê gavê ti agahî li cem wan tu neye eger li wan pêgehan çekdarên Hizbullah ya Lubnanî hebûn ya na.
Nalîn
11:24:49 AM
