6:24:57 PM
RojavaNews: Rewangeha Sûriyê ya mafên mirovan îdîa kir ku nêzîkî 500 çekdarên Opozisyonê di bin çavdêriya Tirkiyê derbasî Ezazê bûne.
Rêveberê rewangehê ji Firans Prês re got ku nêzîkî 500 çekdarên Opozisyonê di Deriyê Selame yê sînorî re derbasî Ezazê bûne da ku nehêlibin ku ji aliyê YPG ve were kontrol kirin.
Di 14 Sebatê de, li gorî heman jêderê, 350 çekdarên Opozisyonê bi çekên xwe ve derbasî Ezazê û Til Refatê bibûn.
