Ban Ki -Moon : Dosya Sûriyê veguhêzînin Dadgeha tawanên navdewletî

Ban Ki -Moon : Dosya Sûriyê veguhêzînin Dadgeha tawanên navdewletî

6:27:20 PM

RojavaNews: Emîndarê Giştî yê Netewên Yekgirtî Ban Ki –Moon daxwaz kir ku dosya Sûriyê veguhêzînin Dadgeha tawanên navdewletî  , û tekez kir ku yên tawan kirine û yên hîn tawanan dikin, divê werin siza kirin.

Herwiha Ban Ki –Moon raportek pêşkêşî encûmena ewlehiyê  kir, û tê de got ku ta danustandinên Jenêv3 biser bikevin pêwîst e ku pêbawerî di navbera hemû aliyên Sûriyê de çêbibe .

Kî Moon di raporta xwe de pêşinyar kiribû ku  rêzgirtina rewşa siyasî ji endamê guftugoyên Jenêv3 were kirin û ti fermanên girtinê li ser wan anjî malbatê wan neyên sitandin û daxwaza derbaskirina alîkariyan ji bo bajarên dûrpêç kirî kir   .