Rojava News: Rêxistina Bijîşkên Bê Sînor (MSF) roja Pêncşemê eşkere kir ku ji destpêka sala borî de, nexweşxaneyên li Sûriyê yên ku rêxstina wan piştgiriya wê dikin , rastî 101 êrîşan hatine.
Serokê rêxistinê, Joan Liu, li navenda komê de li Cenevê ragihand: "îro li Sûriyê, tiştê ne normal bûye normal, herweha tiştê nayê qebûlkirin jî qebûl dibe " navbûrî daxwaz kir ku êrîşên li ser sivîlan û binesaziya tenduristiyê bilez werin rawestandin ."
Liu herweha got jî " Divê endamên hertim yên di encumena Ewlekariyê ya Netewî de, ku çar ji wan aktîv in di şerê li Sûriyê de, bersivê bidin li ser sedemên şikestina wan di erkên bingehîn yên wan de ji aliyê parastina sivîlan de li wî welatî."
Tê zanîn ku di roja Duşema borî de, di encama bombebarankirina esmanî de li ser nexweşxaniyekê ku ji aliyê Bijîşkên Bê Sînor ve li başûrê Helebê dihate birêvebirin, 25 kesan jiyana xwe ji dets dan, ku hikûmetên rojava, Rûsyayê tawanbar kirin bi pêkanîna wê êrîşê, lê belê Moskow ev yek red kir.
Nalîn Hesen
11:46:59 AM
