5:29:35 PM
RojavaNews: Şêwrimenda siyasî ya serokê rêjîma Sûriyê, Buseyna Şaban, ragihand ku çekdarên YPG beşek ji Artêşa Rêjîmê ne û bi hevkarî bi artêşa rêjîmê û balafirên rûsî û Hêzên Parastina gelêrî(Milîsên Esed) şerê terorê dikin û deveran rizgar dikin.
Şaban tekez kir ku ti pirsgirêkeke kurdan li Sûriyê tine ye û ne jî pirsgirêk bi YPG re heye madem ya girîng parastina axa û Sûriyê û gelê wê ye.
Herwiha Şaban got ku tenê pirsgirêka kurdan li Tirkiyê heye, ji ber vê jî Tirkiye berdewam behsa kurdan dike.
Berya çend rojan jî, Nûnerê rêjîmê di NY de, Beşar Caferî, ragihandibû ku hem Amerîka û Rûysa û hem jî rêjîm, piştevaiya YPG dikin û serkeftinên wê serkeftinên rêjîmê ne.
