Rojava News: Serkirdeyên Yekîtiya Europa duh, her yek ji Îran û Rûsiya tometbara kirin bi têkbirina hewldanên aştiyê li Sûriyê û alîkariya rêxistina DAIŞê, herweha bi zêdebûna pêla koçberiyê ber bi Europa ve, ew jî bi rêya bombebarana hêzên opezisyona Sûriyê.
Serkirdiyên 28 dewletên endam di Yekîtiya Europayê de, piştî civîna wan li Biroksilê daxwaz ji Rûsiya kir ku êrîşên xwe ser hêzên opezisiyona myanrew rawestîne.
Ew serkird di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandin:" encumena Europa daxwaz ji rêjîma Sûriyê û hevalbêndên wê dike ku bilez êrîşên xwe ser hêzên opezisyonê rawestînin, ji ber ku DAIŞê sûdê ji wan êrîşan dibîne".
Herweha Serkirdeyên Yekîtiya Europa bombebarankirina bajarên Sûriyê ji aliyê rêjîma Esed de şermezar kirin
W: Nalîn Hesen
12:15:48 PM
