Rojava News: Serokê Sûriyê Beşar Esed dibêje, ew ji bo agirbestê amade ne lê bi şertekî ku Tirkiye û welatên din piştgiriya “terorîstan” nekin.
Beşar Esed ji rojnameya Spanî ya bi navê “El Pais” re gotiye, em amade ne şer bidin sekinandin lê divê terorîst ji vê yekê sûdê nebînin ji bo qahîmkirina çeperên xwe.
Esed her wiha diyar kiriye ku nabe Tirkiye û welatên din piştgiriya “terorîstan” bikin û çek û cebilxanê bidin wan.
Li ser desthilata xwe jî Beşar Esed gotiye, eger gelên Sûriyê bixwazin ezê bimînin lê eger nexwazin wê çaxê ez nikarim bimînin û dê zû dest ji kar berdim.
Serokê Sûriyê derheqê pêşdeçûnên vê dawiyê yên hêzên Sûrî jî ragihandiye, piştgiriyên vê dawiyê yên Îran û Sûriyê pir girîng bûn. Ji ber sebebek sade, pêwîstiya me bi alîkariyê heye çimkî zêdetirî 80 welat bi awayên cur bi cur alîkariya terorîstan dikin.
Hêzên Beşar Esed, bi piştevaniya pasdarên Îranê, çekdarên Hizbullaha Libnanê, balafirên şer ên Rûsya û milîsên şîe yên Iraqê karîne vê dawiyê li derdora Helebê pêşde biçin û gellek gund û deverên girîng ji çekdarên îslamî yên radîkal bistînin.
10:50:45
