Rojava News: Piştî guftugoyên nûnerên çend komên dijbereya Komîteya Bilind ya Sûriyê, li ser "agirbesta demkî" li hev kirin. Komîte dixwaze ji bo pêkanîna agirbestê şert û mercên hatine danîn bêne bicîhkirin.
Nûnerên Komên dijbereyê Sûriyê yên cuda di Komîteya Bilind de bi daxuyaniyekê ragihadin ku “”Agirbesta demkî” qebulkirine.
Rengvedaneke gerantiya Neteweyên Yekbûyî dixwazin.
Dijberên Sûriyê ; ji bo agirbesta demkî ya 2-3 hefteya şert datinin ku; ambargo bê rakirin, ji tevahiyê welat alîkariyên însanî bêne rêkirin, û da zanîn ku, girtiyên siyasî bêne serbest berdan. Dijberyê got; Divê ev ji aliyê Neteweyên Yekbûyî garantî bide ku dê Rûsya, milîsên Îran û Hizbullah êrîşî wan neke.
li Mûnihê lihevkirin!
Li Munihê 17 welatan di 12ê Sibatê de biryar dabûn ku di hefteyekê de şer bê rawestandin ji bo agirbesa demkî lê ji ber êrişên li Rûsyayê û artêşa sûrî ew xal bicîh nehat.
Civina Munihê ku ji bo 17 Reşemehê hatibû derenxistin pêk nehat, dibê di di 25ê reşemehê de jî civîn di dema xwe de neyê kirin.
11:19:25
Şanaz Emin