4:23:11 PM
RojavaNews: Hevserokê encûmena bi navê Encûmena Sûriyaya Demokrat, ku nêzîkî PYD ye, Heysem Menah, ragihand ku Hêza wan tenê alaveke di destên Amerîka û bêyî wê ti gavekê navêje.
Menah di daxuyaniya xwe ji Rojnameya Le Figaro re tekez kir ku bi piştevaniya Amerîka, hêzên wan li bakurê Helebê pêşve çûn, bi taybetî ji dayîna çekan ji çekdarên PYD re.
Di derbarê rêjeya kurdan di Hêza Sûriyaya Dmeokrat de, Menah got ku ew ê rêjeya pêkhateyên din têde zêde bikin da ku nebe hêzeke taifî û got niha rêjeya kurdan bûye 50%.
