Çawîşoglu : Ti destêwerdaneke di Sûriyê de çênabe

Çawîşoglu : Ti destêwerdaneke di Sûriyê de çênabe

5:29:48 PM

RojavaNews: Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu ragihand ku egera destêwerdan ji aliyê Tirkiyê û Siûdiyê ve li Sûriyê dûr e û eger pilanek hebe divê Hevpeymaniya Navdewletî ya ku Amerîka serpiriştiya wê dike, têde be.

Çawîşoglu di kongireke rojnemevanî de got ku êrîşên asmanî yên Rûsiyê astengiya herî mezin e li pêş agirbesta li Sûriyê.

Îro jî Opizisyona Sûriyê li Riyadê civîneke awerte derbarê agirbestê di cive.