Rojava News: Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry: li Sûriyê ji bo agirbesa demkî vê hefteyê pêngav tê avêtin, lê eger ew jî çareseriyekê bi xwere neyênî wê demê dibê ku plana B ya ji hev cudabûna Sûriyê bikevê rojevê.
Di gotarekê de li Komîsyona Karên Derve ya Senatoya Amerîkî, Kerry got, "Eger em di gav avêtinê de dereg bikevin dibê ku êdî tiştek bi destê me nemên’i.
Ew cara yekemîne ku John Kerry li pêş fermiyetê di axiftina giştî de perçebûna Sûriyê tênî ziman lê ji aliyê din ve jî pirsên di çawaniya perçebûna Sûriyê de jî bi zelalî ne bersivandiye.
Wezîra Derve yê Amerîka got" Em li dijî perçekirina Sûriyê ne lê mixabin, pêviste ji bo hin gava em bilez bikin, ji ber ku aniha Rûsya li ser perçekirina Sûriye bi hurgûlî dixebite.”
Serokê Amerîka Barack Obama û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn roja Şemiyê di derbarê Sûriyê de axaftinek li ser telefonê kirin û ji bo roja şemiyê destpêkirina agirbesa demkî ji bo bihevre karkirinê lihevkirin.
Tê zanîn ku hikûmeta Sûriyê û Erebîstana Siûdî, welatê ku piştgiriya dijbereya Suriyê dikin Tirkiye, Qeter, her çendê bi şert û mercan jî be biryara agirbesa demkî qebul kirin.
'Putin qeyrana penaberan bi kar tîne '
“Artêşa Sûriyê bi piştgiriya Rûsya yê dikarî Helebê kontrol bike, ji xwe ew 5 salin jî tevî hemû hewldanên grubên dijbereyê kontrolkirina Helebê gelek zehmet bû”
Li ser pirsa “Wê Rusyayê şerte agirbesa demkî bi cîh bênî an na john Kerry got; êmê bisekinin û bibînin” lê li gel wê jî got; di wan rojê dawî de li gel Moskova karekî baş birêve diçê, û Moskova alîkar bû di gihanda pêdiviyê mirovî ji bo 80 hezar kesê li Sûriyê yê dorpeçkirî.”
Herweha got: "Di derbarê Rûsyayê de em ne xiyalperestin em hayjixwe ne û di wan çend rojên pêşiyame de wê bêtir ramanê me hebin.”
Balkişande ser wê yekê ku; Serokê Rûsyayê Vladimir Putin krîza penabera ji bo Avrupayê weke fişar bi kartîne, Amerîka jî pêviste xwe ji bo alikariya Ewropayê amadebike”
11:31:36
Şanaz Emin
