5:14:34 PM
RojavaNews: Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsya, Îgor Konaşîkov, ragihand ku Rûsya navendeke hevrêziyê ji bo çavdêriya agirbestê li Sûriyê li bingeha Himêmîm a li Laziqiyê çêkiriye.
Herwiha navbûrî tekez kir ku çêkirina wê navendê li gorî lihevkirina di navbera Amerîka û Rûsyê de, di derbarê agirbestê de li Sûriyê, ye.
Herwiha wê xeteke germ ji bo herdu aliyên opozisyon û rêjîmê hebe ku li kuderê biryara agirbestê neyê bicî kirin, da ku herdu aliyên Amerîka û Rûsya agahdar bibin.
