5:18:56 PM
RojavaNews: Berdevkê Serokê Rûsya, Dîmêtrî Bîskov, îro Roja Çarşemê di kongreyeke rojnamevanî de, ragihand ku nerînên welatê wî û Sûriyê di derbarê kirîza wî welatî de, nêzîkî hev in, lê ne yek in û hineke nakokî jî hene.
Berya niha jî, Nûnerê Rûsya li NY, Vîtalî Çurkîn, di derbarê daxuyaniya Esed ku gotibû ku ew ê tevahiya axa Sûriyê kontrol bikin, Çurkîn gotibû ku daxuyaniyên Esed li dijî hewlên Rûsya di derbarê çareserkirina kirîza Sûriyê de ne.
