5:24:41 PM
RojavaNews: Ajansa Anadolu ragihand ku berpirsekî Netewên Yekgirtî ragihandiye ku hevdîtinên Jenev 3, ku biryar bû sibe Roja Pêncşemê bihatiba lidarxistin, ji bo demeke nediyar hat lipaşxistin.
Berpirsê NY, ku Anadolu navê wî eşkere nekiriye, got ku ji sedema lipaşxistina Jenev3 ji ber sedemên lojîstî û teknîkî ne.
Berya niha bi hefteyekê, şanderê navdewletî ji bo Sûriyê, Stîvan De Mistura, ragihandibû ku di dema niha de lidarxistina Jenev 3 ne tiştekî riyalîst e.
