5:28:55 PM
RojavaNews: Nûnerê Ceyş El-Îslam di şanda opozisyonê de a ji bo gotûbêjên Jenev3, Mihemed Elûş, ragihand ku hîn opozisyonê di derbarê panbendbûna bi lihevkirina ragihandina agirbestê de, ti biryar nestandiye.
Herwiha Elûş got wê Desteya Bilind a gotûbêjan, wê biryara dawî di wê derbarê de bistîne, herwiha Berdevkê desteyê, Salim El-Muselet, jî got ew di derbarê agirbestê de biguman in ku metirsiyên wan hene ku Rûsya wê yekê ji berjewendiyên xwe re bikar bîne û opozisyona lîbral armanc bike.
