Balafirên rûsî Rojhilatê Xûte bompebaran dike

Balafirên rûsî Rojhilatê Xûte bompebaran dike

6:20:47 PM

RojavaNews: Duh roja Sêşemê balafirên rûsî  êrîşî bajarokê Dûme li gundewarê Şamê kirin, di dema ku şanda NY û xaça sor alîkariyên mirovî li rojhilatê Xûte belav dikirin, ku15 otombîlên alîkariyê gihane Kefer Betne ku  9 ji wan pêtiviyên rojane bûn û 6 ên din jî  yên bijîşkî bûn.

Ji aliyekî din ve di şerupevçûnên di navbera çekdarên Opozisyonê û rêjîma Sûriyê de li  bajarokê Dareya ,  6 çekdarên Rêjîmê  hatin kuştin, û otombîleke leşkerî jî têkbirin .