6:47:20 PM
RojavaNews: Wezîrê Derve yê Amerîke John Kerry ragihand ku eger Mosko û rêjîma Sûriyê li ser qunaxa siyasî ne cidî bin, ew ê pilaneke din gotûbêj bikin.
Kerry ji Serokê Rûsyayê Filadîmêr Putin re got, ku Amerîke çend mehan namîne da ku bibîne Mosko di gotûbêjan de cidî ye yan na.
Herwiha Kerry got , ku zehmet e Sûriye yekgirtî bimîne eger şer raneweste, û ta ku hêzên ku Rûsya piştevaniya wan dike , Helebê kontrol bikin.
