Rojava News: Rêxistina Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî bi reya balafiran alîkarî gihand bajarê Dêra Zorê yê li rojhilatê Sûriyê.
Berpirsê Alîkariya Neteweyên Yekbûyî Stephen O’Brien, derbarê mijarê de li pêşberî Konseya Ewlekariyê daxuyaniyek da û diyar kir ku NY’yê 21 ton madeyên jiyanî bi reya balafiran gihandine welatiyên sivîl ên bajarê Dêra Zorê yê Sûriyê.
Li Dêra Zorê nêzîkî 200 hezar mirov dibin dorpeçê de jiyandike.
Welatê İngiltere jî dibêje bi reya esmanî gihandina alikariyê zehmete, pêviste bêtirî xwe bi reya kemyonan alikariya bernameya xorek bê bicîhkirin.
Çekdarên DAIŞ’ê beşek mezin ji bajarê Dêra Zorê dagirkirin, beşek ji bajar di destê hêzên rêjîmê de ye. Herdû alî jî rê nadin welatiyên sivîl bi rehetî tevbigerin û bajar xistine çemberê.
10:58:52
