Sefirê Amerîka: Tirkiye, li Suriyê bi El Nusrayê re xebitî

Sefirê Amerîka: Tirkiye, li Suriyê bi El Nusrayê re xebitî

Rojava News: Sefîrê Amerîka yê berê Francis Ricciardone destnîşan kir ku, Tirkiye li Suriyê demekê bi El Nusrayê re xwebitî.

Li gorî nûçeya The Telegraphê, Sefîrê Amerîka yê berê Francis Ricciardone di derheqê Tirkiye de îdîa kir û got, “Tirkiye li Suriyê bi rêxistinên tûndrew re xebitî lê ji aliyekî ve jî dikir ku ew dev ji tûndrewiyê berdin.”

Ricciardone, destnîşan ku “Vê helwestê hişt ku Tirkiye berê xwe bide rêxistinên tûndrew û bi wan re bixebite. Min hewl da ku Tirkiyê ji vê xebatê dûr bigrim lê min nikarî wan qane bikî.”

Ricciardone wiha pê de çû, “Di dawiyê de em bi helwesta cuda ya di navbera me de razî bûn. Ya rast heke mirov dirust be Tirkiye demekê bi van rêxistinên tûndrew re xebitî. Em pê ne razî bûn lê di nava van de El Nusra jî hebû.”

Ricciardone, di navbera salên 2011-2014an de li Enqerê sefîrtiya Amerîka kir