4:48:29 PM
RojavaNews:Derve ya Rûsya ragihand ku tê pêşbînîkirin ku gotûbêjên Jenev 3 di navbera rêjîm û opozisyona Sûriyê de di 7ê Adara bê de despê bikin.
Biryar bû ku duh roja Pêncşemê Jenev 3 despê bikiriba, lê dîsa hat lipaşxistin, herwiha Şanderê Navdewletî ji bo Sûriyê jî, Stîvan De Mistura, ragihandibû ku ew ê roja Îrnê dema lidarxistina Jenev3 eşkere bike.
Herwiha De Mistura got ku piştî beşdarbûna civînekê bi Encûmena Ewlekariyê re di derabrê rewşa Sûriyê bi giştî, ew ê dema despêkirina Jenev 3 eşkere bike.
