4:58:45 PM
rojavaNews:Dadgeha Siwêdê, penaberekî Sûrî, ku berya demekê gihabû Siwêdê, bi tuhmeta pêkanîna tawanên şer li Sûriyê dadgeh dike.
Li gorî dozgera giştî ya Siwêdê, Rîna Dîcan, gelek wêneyên wî penaberî li ser internetê hatine belavkirin, weke belge li dijî wî hatine çespandin.
Herwiha Dîcan tekez kir ku ew penaberê Sûrî, Sêşema bûrî hat girtin û tuhmetên ku ew pê dadgeh dikin, li ser bingeha wêne û parçevîdiyo ne, ku di salên 2012an heya 2015 de ew tawan hatine encamdan.
Penaberê bi navê Mihemed Ebdila, ku 31 salî ye, li pêş dadgehê li xwe mikur hatiye ku alîgirê rêjîma Sûriyê bû, lê wî ti carî çek hilnegirtiye, û niha jî li Stokhulmê girtî ye.
Di berçeleya bûrî de jî dadgeha Siwêdê, 2 erebên ku regeznameya Siwêdî wergirtibûn, bi sizaya zindanîkirina heta bi heta dadgeh kiribûn ku 2 kes li Helebê kuştibûn.
Di sala bûrî de, 163 hezar penaber berên xwe dabûn Siwêdê.
