Reqayê.. Balafirên Fransayê depoyeke çekan ya DAIŞê helwişand

Reqayê.. Balafirên Fransayê depoyeke çekan ya DAIŞê helwişand

Rojava News: Wezareta bergiriya Frensayê ragihand ku balafirên wan êrîşî bajarê Reqayê li Sûriyê kirin û depoyeke çekan ya wê rêxistinê helwişand.

Wezaretê di daxuyaniyekê de ragihandin ku balafirên hevpeymaniya navdewletî jî beşdar bûn di wê êrîşê de , herweha wezaretê tekez kir ku wan bingeheke leşkerî ya Fernasayê li Urdinê bikar anî bo ku vê êrîşê encam bide.

Tê zanîn ku di çarçoveya şerê lidijî DAIŞê,  20 balafirên Frensî yên şerker li Urdinê hene, herweha 6 jî li Îmaratê hene.   

11:12:26 AM