Sûriyê: Hêzên Rejîmê agirbest binpê kirin!

Sûriyê: Hêzên Rejîmê agirbest binpê kirin!

Rojava News: Piştî ku agrbesta li Sûriyê şevê din saet 12e kete ware cîbecîkirinê de, vê sibehê rejîma Sûriyê ew agirbest binpêkir û du derverên wî welatî bombebaran kirin.

Derbarê binpêkirina agrbesta li Sûriyê ji aliyê rejîma wî welatî Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan di daxuyaniyekê de tekez kirk u, rejîma Sûriyê her yek ji bajarokî Telbîse ê ser bi parêzgeha Himsê û bajarê Derayê bombebaran kirin, bi wê yekê rejîmî ew agirbest binpêkir.

Rewangehî da zanîn ku, ew navçeyên hatine armanc kirin ne DAIŞ û nejî Cebhet El-Nûsrayê yên ku agirbeta wan venagre tê de hene.

Agirbesta li Sûriyê şevê din kete ware cîbecîkirinê de, rejîma wî welatî ligel 100 grûpên Opozîsyona Sûriyê ew agirbest qebûl kir bûn.

12:22:29