Rejîma Sûriyê di bombebarana navendên DAIŞê de berdewam e

Rejîma Sûriyê di bombebarana navendên DAIŞê de berdewam e

6:26:31 PM

RojavaNews: Îro roja Şemiyê rêjîma Sûriyê navendên Opozisyonê li Heleb , Hims, Dera, Laziqiyê , Hema û gundewarên Şamê bombebaran kirin, tevî ku agir best hatiye ragihandin.

 Li gor jêderan , rêjîmê bi alîkariya milîsên Hizbeulaha Libnanî navendên opozisyonê li Telbîsê li bakurê Himsê , navçeya Enedan li bakurê rojavayê Helebê, navçeya Yadûdiyê li bakurê rojavayê Dera û Kefer Nebûde li bakurê rojavayê Hemayê armanc kirin.

Herwiha jêderan diyar kirin, ku rêjîm gundên Kelez û Qeremanlî li gundewarên bakurê Lazqiyê armanc kirin.