Rojava News: Artêşa Rûsî ragihand ku agirbesta Sûriyê bi 70 balafirên sîxûrî çavderî dikin.
Fermandarê Baregeha hemahengî ya Rûsyayê li bajarê Sûrî Hmeimimê Sergey Kuralenko daxuyand ku; “Hewlê birêvebirina agirbesta li Sûriyê 24 demjimêra bê navber bi rêya 70 nalafirên sîxurî didome”
Li gorî hemen daxuyaniyê; Ji bo egera destpêkirina êrîşan, navende ke danezanî organize kirine, û hemû ragihandina Sûrî jî ji wê navêndê sûd digrê, herweha Kurelenko got; ji 24ê reşemehê ve navenda me bi hemû dezgehê ragihandinê re bi reya 169 maîlî di pêwendî de ye û 42 ji wan maîla jî yê kesên erkdarê heremî ne.
Kuralenko got; “Em bangewaziyê alîkariyê piştguh nakin, ji daxwazên alîkariyê yekser 23ê hatin cîbecîkirin, 48 jê hîna di pêvajoya biryardanê de ne, 98 jî ji bo dezgehê hukumeta Sûriyê hatin hinardin”
11:23:37
Şanaz Emin
