Balafirên Hevpeymana Navdewletî 22 êrîş li dijî DAIŞê pêk anîn

Balafirên Hevpeymana Navdewletî 22 êrîş li dijî DAIŞê pêk anîn

6:33:01 PM

RojavaNews: Balafirên Hevpeymana Navdewletî  bi rêveberiya Amerîka 22 êrîş birin li ser navendên DAIŞ li Sûriyê û Iraqê.

Li gor daxuyaniya hevpeymniyê , Amerîke û hevalbendên wê 14 caran li Iraqê dan û 8 caran li Sûriyê dan.

Herwiha balafirên hevpeymanê du avahiyên DAIŞê li gundê Holê yê ku dikeve rojhilatî Hesekê de  têkbirin.