Rojava News: Erebistana Siûdiyê ragihand, Eger Sûriye û hevpeymanên wê pabendî agirbestê nebin, plana B amade ye.
Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdiyê Adil El-Cubeyr li ser agirbesta li Sûriyê û egera binpêkirina wê agirbestê daxuyanî da û ragihand, eger agirbest were binpêkirin, plana B amade ye.
Adil El-Cubeyr îro di konfranseke rojnamevanî ligel Wezîrê Derve yê Danmarkê Kristian Jensen li Riyazê got: “Balafirên leşkerî yên Rûsya û Sûriyê bi bombebarankirina neyarên xwe, qonaxa yekem a agirbestê li Sûriyê binpê kirine.”
El-Cubeyr herwiha got: “Plana B dê amade be, eger zelal bû ku hikûmeta Beşar Esed û hevpeymanên wî derbarê agirbestê de ciddî nînin.”
El-Cubeyr tekez kir, Riyazê biryar daye hemû zêdegavî û bipêkariyên Moskow û Şamê bixe pêşberî civaka navdewletî.
Di roja yekem a destpêbûna agirbesta li Sûriyê de, her du aliyên Dijbere û Hikûmeta Sûriyê hevdu bi wê yekê tohmetbar kirin, ku agirbest binpê kirine.
Berdevkê Desteya Bilind a Danûstandinên Sûriyê Salim Muslet jî ragihand, ligel wê çendê ku nêzîkî 15 binpêkarî hatine tomarkirin, lê belê Dijbere dê berdewam be li ser pabendbûn bi agirbestê.
Ji aliyekê din ve Navenda Hevrêzî ya ser bi Artêşa Rûsya ragihand, heya niha 6 haletên topbarankirina Şamê ji deverên di bin kontrola Dijbereya Miyanrew a Sûriyê hatiye tomarkirin.
10:40:02
