Rojava News: Neteweyên Yekbûyî (NY) wê alîkariyê bighîne 154 hezar sivîlên Sûriyeyê.
Kordînatorê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Yaqûb El-Hilû daxuyakirin ku Rêxistinên navnetewî û desteyên alîkariyê yên NY’yê dê di 5 rojên pêşiya me de alîkariyê bighînn 154 hezar kesên ku li Sûriyeyê, di nava dorpêçê de ne.
Yaqûb El-Hilû destnîşan kir ku eger aliyên aloziya Sûriyeyê qebûl bikin ew amade ne di çaryeka yekemîn a sala 2016’an de alîkariyê bighînin 1.7 milyon sivîlên Sûriyeyê.
Çav li rê ye, NY îro alîkariyê bighîne Muademiya Şamê, roja çarşemê bighîne Zebedanî, Keferiya, Fewa û Medaya û roja înê jî bighîne Kefer Betna.
12:15:11
