Hizbulaha Libnanî kuştina fermadarekî xwe li Helebê radigihîne

Hizbulaha Libnanî kuştina fermadarekî xwe li Helebê radigihîne

4:38:56 PM

RojavaNews:  Hizbulaha Libnanî îro Roja Duşemê, kuştina fermandarekî xwe, ku wek fermandarên operayonên taybet dihat naskirin, ragihand.

Hizbulaha li ser rûpela xwe fermî li ser facebookê, ragihand ku fermandarê wan yê bi navê Elî Feyad an jî Elaa Bosne, ji ber şerûpevçûnên di navbera çekdarên rêjîmê û opozisyonê de li başûrê rojhilatê Helebê hatiye kuştin.

Herwiha hizbula tekez kir ku di encama operayoneke taybet de duh Roja Yekşemê, ku ji çekdarên hizbulah û rêjîmê pêk hatibû, cenazeya fermadarê Hizbulah û 3 yên din jî hatin bidestxistin.

Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ji despêka şerê Hizbulaha Libnanî bi rêjîmê re li dijî çekdarên opozisoynê, bêtirî hezar çekdarên wê hatine kuştin.