Rojava News: Hêzên rêjîma Sûriyê devera Hemam li başûrê bajarê Helebê jî xistin destê xwe.
Ruxmî ragihandina agirbestê li Sûriyê, şer û pevçûn li derdora bajarê Helebê didome û hêzên rêjîma Beşar Esed bi alîkariya pasdarên îranî û milîsên şîe û çekdarên Hizbullaha Libnanê pêşde diçin.
Li gorî medyaya fermî ya rêjîma Sûriyê, hêzên Beşar Esed duh piştî girtina bajarokê Xenasir ê Helebê, berê xwe dan devera Hemam li başûrê Helebê û ew der jî girtin.
Li gorî ku rayedarên rêjîma Sûriyê dibêjin, ew der di destê DAIŞê de bûye.
Hat gotin piştî ku devera Hemam ket destê hêzên rêjîma Sûrî, hejmarek mezin ji xelkê wê deverê ji ber şer reviyan ser sînorê Tirkiyê.
Li gorî rêkeftina Amerîka û Rûsya, agirbesta Sûriyê roja şemiyê (27ê Sibata îsal) hat ragihandin.Li gorî agirbestê, êrişên li dijî DAIŞ û El Nusrayê nayên sekinandin.
10:18:43
