Kery û Şatynmayr dibêjin ew bi agirbesta li Sûriyê geşbîn in

Kery û Şatynmayr dibêjin ew bi agirbesta li Sûriyê geşbîn in

4:48:33 PM

RojavaNews: Herdu Wezîrên Derve yên Amerîka û Almanya, di kongreyeke rojnamevanî de îro Roja Sêşemê,di derbarê agirbesta li Sûriyê de ragihandin ku ew bi wê yekê geşbîn in.

Wezîrê Derve yê Amerîka, John Kerry, got ku ew ê hewlên xwe ji bo serkeftina Agirbestê li Sûriyê berdewam bikin û got di wan rojên bê de wê eşkere bibe ku hewlên çareserkirina kirîza Sûriyê biserkeve yan na.

Herwiha Kerry tekez kir ku ew ê di derbarê binpêkirinên ku heya niha hatine kirin, lêpirsînê bikin

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Almanya Frank Ştaynmayr, ragihand ku heya niha herdu aliyên Sûrî bi rêkeftina Agirbestê pabend bûne û ew jî nîşaneke hêviyê ye, û got divê ku were piştrastkirin ku agirbest berdewam bibe da ku rê li ber despêkirina hevdîtênên siyasî were vekirin