5:13:07 PM
RojavaNews: Alîkarê Wezîrê Berevaniyê yê Siûdiyê , Ehmed Isêrî, ji Ajansa Reuters re ragihand ku welatê wî amade ye bi rêya balafirên wê yên ku gihane bingeha Incirlîkê, di şerê li dijî DAIŞê de beşdar bibin û got hefteya bûrî, 4 balafirên şer ên Siûdiyê gihane Incirlîkê lê heya niha hîn ti êrîş pêk nanîne.
Herwiha Isêrî, eşkere kir ku berya 2 hefteyan, wezîrên berevaniyê yên Hevûeymaniya Navdewletî, ku amerîka serpereştiya wê dike, behsa egera destêwerdana bejayî di Sûriyê de kirin.
Herwiha Isêrî got ku hîn ti biryar ji ber wê yekê nehatiye standin, ji ber ku gotûbêjn li ser asta siyasî bûn ne wek erkeke leşkerî bûn.
Isêrî tekez kir ku kengî lihevkirin were çêkirin û biryara hejmara hêzên beşdar û çawaniya şandina wan were standin, ew ê ji aliyê xwe ve jî beşdar bibin, lê divê pilanek hebe
