John kêrî: : Rêjîm astengiyan li pêş gihandina alîkariyan çêdike

John kêrî: : Rêjîm astengiyan li pêş gihandina alîkariyan çêdike

6:02:12 PM

RojavaNews: Wezîrê Derve yê Amerîke John Kêrî, Rêjîma Esed û Îranê derxistina astengiyan  li pêş gihandina alîkariyan ji bo Sûriyê, tometbar dike û daxwaz ji wan aliyan kir ku rêzê li agirbestê  bigrin.

Herwiha Kêrî got ku ew hêvî dikin ku rêjîma sûriyê karibe rê li pêş alîgir û berpisên xwe bigire ku rêgiriyê li pêş gihandina  alîkariyan nekin.

Kêrî ragihand ku rêkeftina ku  11 sibata bûrî  de di derbarê agirbesta li Sûriyê hatiya girin bû sedem ku alîkarî bigihin  116 hezar kesên dorpêçkirî  li wî welatî.