Rojava News: Rêxistina Lêborîna Navdewletî "Amnesty" rejîma Sûriyê û Rûsyayê bi armanckirina nexweşxane, navendên tendirûstî û kuştina pizîşkan li Sûriyê tometbar dike.
Piştî lêkolîn û komkirina belgeyan derbarê operasyonên rejîma Sûriyê û Firokeyên Rûsyayê Rêxistina Lêborîna Navdewletî "Amnesty" di daxuyaniyekê de aşkere kir ku, her yek ji Rûsya û rejîma Sûriyê bipilan nexweşxane, dezgehên tendurstî di weke strajiyeke leşkerî armanc dikin.
Di daxuyaniyê de jî bi awayeke fermî Amnesty rejîma Sûriyê û Rûsyayê bi armanckirina nexweşxane, navendên tendirûstî û kuştina pizîşkan tometbar dike û dibêje ku, ew yasayên navdewletî û mafên mirovan . binpê dikin.
Li gor amarên Rêxistina Lêborîna Navdewletî 27 nexweşxane di hundirê 3ê mehan de ji aliyê rejîma Sûriyê û Rûsyayê hatine armanc kirin. Di encam de jî 3ê kesan canê xwe ji dest dane û 44ê din birîndar bûne.
Rûsya di 30ê Îlona 2915an de, dest bi operasyonên xwe li Sûriyê de kir, herwiha di kirîza wî welatî de piştgiriya rejîma Esed kir.
11:34:45
