5:36:27 PM
RojavaNews: Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Nehman Qortolmûş ragihand , ku welatê wî bi tena xwe destêwerdanekê di Sûriyê de nake , û di heman demê de ew zehmetiyan dibînin, ji ber sînorê herdu welatan bi heve ye.
Herwiha Qortolmûş got ji mafê Tirkiyê ye, bersiva aliyên ji derve wê armanc dike bide , û xwest ku welatê wî neçar nebe û bi tena xwe destêwerdanekê di Sûriyê bikin.
Qortolmûş tekez kir , ku welatê wî ne li dijî Kurdên Sûriyê ye , û ew wek kurdên Iraqê ne û got, me pêşwaziya 197 hezar Kurdên Kobanê kir , û piştî çend rojan me di navbera 70-75 hezar êzîdî ji Iraqê hewandin.
Afiya Hacî
