De Mistura: Piştî 6 rojan ji ragihandina agirbestê dîsa şer heye!

De Mistura: Piştî 6 rojan ji ragihandina agirbestê dîsa şer heye!

Rojava News: De Mistura:  Piştî 6 rojan ji ragihandina agirbestê dîsa li gelek parêzgehên Sûriyeyê şer heye.

Nûnerê Netewên Yekbûyî yê Taybet bi Sûriyeyê Staffan De Mistura da xuyakirin ku piştî 6 rojan ji agirbesta li Sûriyeyê hê jî li Şam, Humis, Laziqiyê û Hemayê şer heye.

Di heman demê de Serokomarê Fransayê Francois Hollande û Serokwezîrê Brîtanyayê David Cameron bang li hikûmeta Sûriye û Rûsyayê kirin ku şerê li dijî hêzên opozîsyonê bidin sekinandin.

De Mistura diyar kir ku ew bi Amerîka û Rûsyayê re ji bo çavdêriya agirbesta li Sûriyeyê xebatan didin meşandin.

09:21:04