4:55:29 PM
RojavaNews: Careke din Serokomarê Tirkiyê Receb Teyb Erdogan banga avakirina bajarekî ji bo penaberan li bakurê Sûriyê dike , û dibêje çareserî li Sûriyê ew e ku Bajarekî ji penaberan re li bakurê Sûriyê li nêzîkî sînorê bi Tirkiyê re û bi alîkariya civaka Navdewletî ,were avakirin .
Herwiha Erdogan got , ku ew bi Serokê Amerîka Barak Obama re hemahingî kiriye , lê ta niha nexuya ye kengî ev piroje wê bi cih bibe .
Erdogan ragihand , ku Tirkiyê amade ye ku 2.7 milyon penaberên Sûrî qebûl bike , lê divê ew herêm parastî be .
