Rojava News: Çalakvanên bajarê Reqayê ragehandin ku, di hundirê du rojan de 200 çekdarên DAIŞê li dijî wê rabûne û jê cuda bûne.
Berî du rojan li gor çalakvanên bajarê Reqayê şer û pevçûn di navbera welatiyên bajarê Reqayê û çekdarên DAIŞê de derketibûn, di encamde serkirdeyekî DAIŞê bi navê Ebo Elî Tûnisî û hejmarek zêrevanên wî hatibûne kuştin.
Ji aliyê xwe ve grûpek leşkerî bi nave Feyleq El- Şam ragehandibû ku, wan alîkariya bi sedan çekdarên DAIŞê yên xwe ji wê rêxistinê li bakurê Helebê veqetiyane kirin.
Ji aliyeke din ve, kurte videoyek li medyayê hatiye belavkirin, tê de bi dehan çekdarên DAIŞê veqetandina xwe ji rêxistina DAIŞê ragehandine.
11:30:02
