Sûriyê: DAİŞê Helbestvanek û kurê wî îdamkirin!

Sûriyê: DAİŞê Helbestvanek û kurê wî îdamkirin!

Rojava News: Li bajarê Dêra Zorê rêxistina DAIŞê helbestvanekî Sûrî û kurê wî îdam kirin.

Helbestvanê Sûrî Mihemed El-Anî û kurê wî Iyas bi tawanbariya dijatîkirina Îslamê û derketina ji ola Îslamê ji aliyê rêxistina terorîstî DAIŞê ve hatine îdamkirin.

Mihemed El-Anî û kurê wê Iyas di destpêka îsal de li Dêra Zorê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn girtin.

Helbestvanê navdar El-Anî, endamê Yekîtiya Nivîskarên Ereba bû.

Helbestvanê naskirî ye Sûriyê, di sala 1960an de ji dayik bûye û bawernameya endazyariya çandiniyê wergirtiye.

Herwiha Mihemed El-Anî 3 dîwanên wî yên helbestê hene.

10:52:28