Welîd Almealim : Nabe De Mistura li ser hilbijartinên Sûriyê bi axive

Welîd Almealim : Nabe De Mistura li ser hilbijartinên Sûriyê bi axive

4:56:22 PM

RojavaNews: Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Almuealim îro di kongereke rojnemevanî de ragihand , ku ne ji mafê Şanderê Netewên Yekbûyî Staffan De Mistura ye, ku li ser hilbijartinên Sûriyê bi axive.

Mualim got ku xalên hilbijartinê berlemanî di belgeyên Viyênayê de hene ,û nabe kesek li ser  serokatiya Sûriyê bi axive, tenê ew yek ji mafê Miletê Sûriyê ye ku çarenivîsa xwe hilbijêre.

Hrwiha Muaelim got wê Şanda wan Yekşemê berê xwe bi de  Jenêvê , û bihtirî ji 24 saetan namîne li benda Şanda Opozisyonê.